Polîsan êrîşî meşa ji bo Surê kirin

17:04

JINHA

AMED - Hilbijêr û welatiyên ku ji bo êrîşên ser Surê berdewam dikin meşiyan rastî êrîşa polîsan hatin.

Li nava Sura Amedê qedexeya derketina kolanan a cara 6'an hatî îlan kirin berdewam dike. Bi sewqiyata leşkerî û sepandinên demê dawiyê yên zêdebûna êrîşan pirsên weke amadekariyên komkujiyê dikin tîne hişê mirovan. Piştî nîvro ji Deriyê Mêrdînê û Deriyê Rihayê ve leşker bi tank û topan ketin hindirê navçeyê. HDP, DBP, KJA û KCD'ê li hember qirkirinan banga çalakiyên lezgîn kirin.

Li aliyê dinê evseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag, Hevserokê Giştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarên Bajarê Mezinê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli li gel parlementerên HDP'ê û hevşaredarên DBP'ê dest bi meşê kirin. Siyasetmendar bi meşê hatin Meydana Şêx Said. Piştî daxuyaniyê Figen û girseya ku pêrebûye ber bi Ofisê ve ketin meşê. Li nêzî Deriyê Rihayê polîsan barîqat danîn, bi ava şid û gaza îsodê mudaxeleyî meşê kirin.

Girse belavî nava kolanan bûn, komek ser Cadeya Ekinciler a Ofisê bi diruşmên "Amed ne raze li Surê xwedî derkeve" dimeşe.

(zt)