Jinên koçer rê û çiya kirine cîh û warên xwe
14:01
Mîzgîn Tabu/JINHA
ŞİRNEX - Jinên koçer, di zor û zehmetiyên jiyanê de dijîn. Jinên koçer, barên giran hildigirin û di bin şert û mercên zivistanê yên dijwar de li ber xwe didin. Bi xwedîkirina ajalan tekoşîna jiyanê didin. Bi ajalên xwedî dikin şîr, mast, penîr, rûn û wekedin digirin û difiroşin. Bi vî awayî debara xwe dikin. Jinên koçer diyar kirin ku li zozanan di tariya şevê de li stêran dinêrin û ji teknolojiyê dur dijîn. Jinan balkişand li ser kêmbûna jinan ya li zozanan û ji ber wê zoriyan dikêşin.
Koçer, li gel hewaya sar ji Sêrtê hatin mezraya li gundê Sêravê girêdayî navçeya Cizîra Botan ya Şirnexê bicîh bûn. Di şert û mercên zivistanê yên zor de barê herî giran jî jinên koçer digirin li ser milên xwe. Koçerên ku bi ajalvaniyê debara xwe dikin, di demsala havînê de li zozanan jiyana xwe didomînin. Di demsalên zivistanê de jî koçî herêmên germ dikin. Mayrete Aşkara ya ku bi malbata xwe re di despêka meha mijdarê de ji Sêrtê koçî mezraya li gundê Sêravê ya girêdayî navçeya Cizîra Botan ya Şirnexê kirîn, diyar kir ku ji bo hewceyî kesê nebin bi xwe karê xwe dikin û bivê yekê kêfxweşin. Mayrete da zanîn ku di dema ku li zozanan dijîn di tariya şevê de meyze kirina li sitêran azadiya herî mezin hîs dikin û wiha got: "Karê me pir zore lê xweşikbûna xwezayê rengê jiyana me diguhere."
Zoryên jin li zozanan dijîn...
Mayrete destnîşan kir ku ji bo ku bikarin debara xwe bikin her sal di meha mijdarê de diçin mezrayan û wiha domand: "îsal gelek berf barî û 100 mihên me di bin berfêde man û mirar bûn. Em 4 mehan li vê derê dimînin. Paşê jî koçî zozanên Fereşînê dikin. Di jiyana xwe de her dem bi jiyanekî koçberî min jiyan kiriye. Ji bo ku zarokên me muhtacî kesê nebin em di nava hemû zoriyan de tekoşîna jiyanê didin. Em jin li zozanan zêdetir zoriyan dikêşin. Serê sibê em pir zu dirabin. Dema ku em pez diçerînin û paşê jî hin giya tînîn li axira wan didanin. Ji bo ajalan em kayê kom dikin. Heta ku em xwarina ajalan didinê dibe nîvro. Em karekî pir zor dikin. Mêr carnan alîkarî dikin carnan jî nakin. Piranî karê li vê derê jin dikin. Li vê derê di hemû qadên jiyanê de em jin dixebitin."
Di bin roniya findika gazê de çîrokan dibêjin
Mayrete diyar kir ku 3 malbat hatine li gundê Sêravê bi cîh bûne û wiha berdewan kir: "Em di konan de dijîn ceyran û televizyona me nîne. Em konên xwe bi findikên gazê ronî dikin. Her şev piştî xwarinê em hersê malbat tên li gel hev û bi hev re suhbet dikin. Em qala dema ciwaniya xwe, gundî, cîran û xizmên xwe dikîn. Li vêderê zarokên me yên ji 1 heta 13 salî hene. Em çêrokan ji wan re dibêjin. Heger em li bajaran bana me nedikarî em û zarokên xwe bên ba hev û ew çêrokên ku me ji diya xwe guhdar kirine em ji zarokên xwe re bêjin. Zarokan dê ji televizyonê seyir kirina filîm qartonan û ji kompîtorê lîstina lîstokan li me guhdar nekiri bana. Li vêderê ji ber nebûna televizyonan ew çêrokên diyame ji mere mîras mane, em jî ji zarokên xwe re dibêjin."
'Zehmetiyên zivistanê me pir didin zorê'
Jineke din ya jiyana koçeriyê jiyayî Nurcan Taşçi jî zoriyên ku jiyayî bi vî awayî vegot: "Ji bo jinan jiyana koçeriyê gelek zore. Ji bo jinekî xwedî zarok hêj zêdetir zore. Ji ber mêr biqasî jinan na xebitin, ji ber wê jî biqasî jinan na westin. Ji ber ez bitena serê xwe me, kîjan karî bikim û kîjanî bihêlim nizanim. Em şîr û avê dikêşin, kincan dişon, xwarinê çêdikin û li zarokan dinêrin... Hinek caran jî demê min namîne ez li zaroka xwe binêrim. Di dema barîna berf û baranê de karê me hêj zêdetir zor dibe. Em nikarin derkevin, daran û avê bînin. Di dema çûn û hatinê de hemû kincên me şil dibin û em nexweş dikevin."
Jin êşa ku ji 3 saetê rê çunê dikêşin...
Mehbet Aşkara jî diyar kir ku ji bo debara xwe ew jî ajalvaniyê dikin, di demsala zivistanê de cihên germ tercîh dikin û wiha got: "Em serê sibê saet 4'an dirabin û heta derengiya şevê ji derve karê xwe dikîn. Em li ajalan dinêrin, xwarinê çêdikîn, ji bo serşo û kinc şiştinê jî em diçin ji dur bi keran dar û avê tînîn. Bi şev em di konên xwe de li ser sobeyan xwarinê çêdikin, serê zarokan dişon, jiyana me bi vî awayî derbas dibe. Karê ku em dikin pir zore lê em neçarin. Nimune pêdiviya me bi av û daran çêdibe. Em jin diçin bi keran av û daran ji bo xwe tînin. Heger ker nebe em jin avê û daran li ser pişta xwe tînîn. Em rêya 3 saetan piştiyê daran li ser pişta xwe tînîn. Min dixwest ez bixwînim û bibim xwedî pîşe. Min dixwest bibim xwediyê jiyanek wiha vî karî nekim. Karê jinan ji yê mêran hêj zor tire. Mêr tenê ajalan diçerînin û xwarina wan didinê."
(zt)

