Ji bo Surê Kepenk girtîne
10:51
Kanûn
14
/ 2015
JINHA
AMED - Ji bo rakirina dorpêça ser Surê bi rojane gelê Amedê li ser piyane, îro jî ji bo Surê jiyan dane sekinandin.
Amedê ji bo şikandina dorpêça ser Surê jiyan da sekinandin. Hemû kemenek girtîne. Xebatkarên Şaredariyan jî di çalakiyê dene neçune ser karê xwe. Gelê Amedê amadekariyên meşa saet 12.00'an a ji bo rakirina dorpêça ser Surê dikin. Bi pêşengiya HDP û DBP'ê dê gel li ber Esma Ocak ê kom bibin heya Çiftkapi bimeşin. Dê Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag jî beşdarî meşê bibe.
(zt)
