Qirkirina Parîsê li Wêranşarê hat şermezarkirin
15:20
JINHA
RIHA – Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), bi boneya salvegera qetilkirina 3 jinên siyasetmendarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li navçeya Wêranşarê ya Rıhayê meşek pêk anî.
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi boneya salvegera qetilkirina 3 jinên siyasetmendarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez meşek hat li darxistin. Meş di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) de hat li darxistin. Di meşê de wêneyên 3 jinan û panqartên bi sernivîsên weke "Soza we soza me, tekoşîna we tekoşîna me ye" hatin heldan. Siloganên weke "Jin jiyan azadî", "Ey şehêd rêya te rêya meye" hatin berz kirin. Di dawiya meşê de daxwiyanî hat xwendin. Daxwiyaniyê wiha berdewam dike "Armanca qirkirina Parîsê hem ji bo lêgerînên gelê kurd yên ji bo azadiyê û hem jî di vê pêvajoya dawiyê de diyalogên ku hene sabûte bikin. Ji Silêmaniyê heta Dêrsimê, ji Ewrupa heta Qamuşlo yê, ji Amedê heta Mêrsînê, li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê bi sekneke hevbeş mesac dan qomplo geran û li hemberî wan bûn yek deng.”
Di daxwiyaniyê de li ser tekoşîna 3 jinan hat rawestîn û hat diyarkirin ku dê jin tekoşîna wen ya ku weke mîras maye bidomînin û wiha domand: "Bi vê girêdanê em bang li hemû gelê xwe dikin ji bo valederxistina qomployê û dibin pêşengiya jinan de ji bo avakirina netewa demokratîk tekoşînê bilind bikin."
Piştê daxwiyaniyê girse belav bû.
(zt)

