Gultan: Fatoreya pefçunên siyasî ji xebatkarên çapemeniyê dibirin

17:08

 


JINHA

AMED - Îro bi boneya '10'ê çile roja rojnamegerên xebatkar' civîn pêk hat. Di çivînê de Endama Şaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî. Endamê Şaredariyê Firat Anli jî diyar kir ku ew cudahiya çapemeniya herêmî nas nakin.

Bi boneya "10'ê çile roja rojnamegerên xebatkar" civîna taştê pêk hat. Di di civîna taştê de Endamên Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Hevseroka BDP'ê ya Navenda Amedê Zibeyde Zumrut, Cîgirê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, gelek rêveberên BDP'ê û berendamên hevşaredaran tevlî bûn. Di despêkê de bi amade bûna Xebatkarên çapemeniyê roja rojnamegeriyê li wan hat pîroz kirin û qeranfîl hatin belav kirin. Di civînê de Hevşaredarê Bajarêmezin yê Amedê Firat Anli balkişand ser zoriyên ku rojnamegerên herêmê dikêşin û wiha got: "Di vê erdnîgariyê de zoriyên ku rojnameger dikişînin em dizanin. Em hêvîdarin ku hemû xebatkarên çapemeniyê bikarin bi azadî nûçeyan bigirin." Firat Anli bi kurdî domand û hîtabî rojnamegerên Herêma Federala Kurdistanê kir û roja xebatkarên rojnameger pîroz kir.

'Di Sala 1990'an sala ku herê zêde rojnameger hatîn qetil kirin'

Piştî Firat Anli Hevşaredara Bajarê Mazin ya Amedê Gultan Kişanak di despêka azaftiina xwe de roja rojnamegeran pîroz kir û got: "Li Tirkiyeyê rewşa ku çapemenî têdeye dîtin û nirxandin pêwîste." Gultan diyar kir ku li Tirkiye yê yek ji pirsgirêka bingehîn pirsgirêka rojnamegerên azad û astengên li pêşiya wan in. Gultan da zanîn ku di pêvajoyekê de Tirkiye welatê ku hetî têde rojnameger hatîn qetilkirin bû û wiha domand: "Di kesayeta Musa Anter de em hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Salên 1990'an salên ku herî zêde rojnameger hatîn qetil kirin. Salên 2000'an jî salên ku herî zêde rojnameger hatîn girtin." Gultan destnîşan kir ku ji ber rojnameger rastiyê dinivîsînin tên girtin, ji ber vê rojnameger bi tirs nûçeyan çêdikin û got: Rojnameger bi tirsekî "Gelo ezê sibê bikarim biçim karê xwe?"  dixebitin û got: "Dema ku pefçunên siyasî despê dikin, fatoreya wê ji xebatkarên çapemeniyê digirin. Di vî welatî de ewlehiya kar nîne. Her dem dikarin karê wan ji des bên girtin. Di mijara ewlehiya kar de dikare pisgirêkên mezin bên jiyîn."

'Rojnameger ji pîşeyê xwe biyanî dibin'

Gultan da zanîn ku yek ji pirsgirêka herî mezin rojnameger ji pîşeyê xwe biyanî bûne û got: "Em Amedî bişansin. Li vê derê belkek biqeleqe dibe nûçe. Keda we rewşek ya kêfxweşiyê ye." Gultan di dawiyê de diyar kir ku di bajarekê de çapemenî edaletê diyar dike, tuştek kesê nebihîstî, nedîtî, çapemenî dibine. 

(zt)