Li Nisêbînê cardin qedexe hat îlan kirin

13:09

JINHA

MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê daxuyand ku seat ji 16.00'an pêve li 4 taxên Nisêbînê cardin qedexeya derketina kolanan îlan dike.

Walîtiya Mêrdînê bi daxuyaniya weşandî ragihand ku li taxên Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Firat û Dîcleyê seat ji 16.00'an şûn de divê qedexeya derketina kolanan bixe meriyetê. Li navçeyê qedexe bi anonsên ji wesayîtên zirxî hatin kirin. Hinceta qedexeyê jî wekî, "parastina can û malê gele" hat îdîa kirin.

Li Nisêbînê berî niha 5 caran qedexe hate îlankirin û di qedexeyan de 17 sivîl hatin qetilkirin, gelek hemwelatî jî birîndar bûn. Di encama êrîşan de gelek mal jî hatin asta neyên bikar anîn.

(ekîb/rc)