Gelê Nisêbînê li dijî êrîşan amadekarî dikin
14:42
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê piştî daxuyandina qedexeya kolanan a 6. hemwelatiyan ji firin û dikanan pêwistiyên xwe pêşwazîkirin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê cara 6. li 4 taxan qedexeya derketina kolanan hate îlankirin. Piştî îlana qedexeyê hemwelatiyan li dikan û firinan pêwistiyên xwe temîn kirin. Hemwelatiyên amadekarî dikirin, dan zanîn ku dê malên xwe terk nekin û li hemberî êrîşan li berxwe bidin.
Li Nisêbînê ji bilî 4 taxên qedexe lê tê îlankirin, li tevahiya navçeyê ji bilî dermanxane û firinan bi giştî esnaf bi armanca şermezarkirina êrîşan darabeyan venakin.
(ekîb/rc)
