Erdamê MP'ya DBP'ê Firat serbest hate berdan

18:26

JINHA

MÊRDÎN - Endamê MP'ya DBP'ê Firat Alokmen û hemwelatiyê bi navê Cengîz Erdem ku 3 roj berî niha hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê Endamê Meclisa Partiyê (MP) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Firat Alokmen û endamê partiyê Cengîz Erdem 3 roj berî niha hatibûn, binçavkirin. Piştî kirariyên li Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê her du siyasetmedar derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyan Firat serbest hate berdan û Cengîz jî bi hinceta, "Propagandaya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Nisêbînê hate kirin. Firat jî bi şerta kontrola edlî ji aliyê dadgehê ve serbest hate berdan.

(ekîb/rc)