Li Amedê 2 welatî bi gulelya polîsan hatin birîndar kirin
21:03
JINHA
AMED - Li Amedê hemberî qedexeya derketina kolanan çalakî berdewam dikin. Li Taxa Seyrantepeyê 2 welatî bi guleya polîsan birîndarbûn. Di navê de zarok jî heyî gelek welatî girtin binçavan.
Li hember qedexeya derketina kolanan a li Surê berdewam dike li her deverên Amedê gel di çalakiyan denin. Di mudaxeleyan de polîsan gelek welatî birîndar kirin û gelek jî girtin binçavan. Li hember qedexeya derketina kolanan a li Surê berdewam dike li Taxa Seyrantepe ya Yenişehîrê jî welatî di çalakiyê denin. Di nava çalakiyê de welatiyên bi navê Reşit Ozmen ê 18 salî û Suleyman Okçun ê 20 salî bi guleya polîsan birîndar bûn. Reşit û Suleyman rakirin Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Okçun Gazi Yaşargilê.
Zarok girtin binçavan
Li aliyê dinê jî li Ameda berxwedan lê belavbûyî binçavkirinan jî despêkirin. Li Taxa Huzurevleriya Peyasê 5 sarokên ku ji wesayîtê hatin xwarê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Dema ku welatî li hember derketin rastî gulebaranê hatin. Parêzeran jî dan zanîn ku gelek welatî hatine binçavkirin. Ji welatiyên hatîn binçavkirin ên navê wan hatîn zanîn navê wan wihane; Erkan Baytar, Ali Yeşildal, Aram İkram Taştekin, Cengiz Bitkin û Arif Aymaz.
(zt)
