Li Nisêbînê ceyran birîn, taxan gulebaran dikin
21:42
JINHA
MÊRDÎN - Li Navçeya Nisêbînê hêzên dewletê ewil bi gulebaranê ceyrana 4 taxan birîn û niha jî gel gulebaran dike. Gelê Nisêbînê jî bi siloganên "Bijî berxwedana Nisêbînê" bersiv dide êrîşan.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê piştî qedexeya kolanan seat di 16.00'an de dest pê kir, êrîş zêde bûn. Hêzên dewletê yên ceyrana taxên Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Firat û Dîcleyê birîn, bi çekên A4, roketavêj û çekên otomatîk gel gulebaran dikin. Hemwelatiyên taxê jî li hemberî van êrîşan berxwedana xwe bilind dikin.
Bi sloganan bersiv tê dayîn
Li 4 taxên di bin êrîşan de ye, gel bi sloganên, "Bijî berxwedana Nisêbînê", "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Bi berxwedanê em dê biserkevin" bersivê didin êrîşan. Hemwelatiyên li baxçeyên xwe û kuçeyan bi lêdana qoşxane û taveyan deng derdixe û berxwedana xwe mezin dike. Gulebarana 4 taxan didome.
(ekîb/zt)
