ROJEVA 15'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusif êrîşa hikûmeta AKP'ê a li hember gelê Kurd şermezar kir û got, "Êrîş û polîtîkayê qirkirinê ya hikûmeta AKP'ê ên li hember îlankirina rêveberiya xweseriyê yê gelê Kurd li bakûrê Kurdistanê didome. Ev yek jî dewleta Tirk ber bi qeyran û aloziyên mezin ve dibe. Li gorî zagonên Navnetewî a cîhanî, gelê kurd di encama têkoşîna 40 salî de xwedî mafek rewaye ku xwerêveberin îlan bike û jiyana xwe bi rêxistin bike."

*Li hember qirkirin û binpêkirinên mafanê yên li Tirkiyê tên jiyandin jinan û LGBTÎ yan bangek wiha kirin: "Li Kurdistanê mirov di malan de tên girtin, jin û zarok rastî şidetê tên. Divê hemû welatên cîhanê dest ji çekan berdin bên giyana mirovan, heskirin û wekheviyê bidin jiyandin."

* Nûnera TJK-E Nursel Kiliç bandora şoreşa Rojava a ku bi pêşengiya jin pêk hatî nirxand û diyar kir ku ew ê demê pêş xebat ji bo jinên Êzidî bidin despêkirin û her wiha got ew ê ji bo azadiya girtiyê siyasî Zeynep Celaliyan dest bi kampanya bikin. Nursel her wiha da zanîn ku ew ê di 28'ê Çilê de li Parlementoya Fransayê derbarê qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez de konferansek pêk bînin.

*Piştî gel xwerêveberin bi vîna xwe îlan kir li Taxa Dîcle yê Şirnexê koma ku ji 20 kesan pêk tê dewreya perwerdê dan despêkirin. Ji mamosteyên dewrê Mehmet Sumbul, agahiya ku ew ê li gelek taxên bajêr perwerde bidin despêkirin da.

* Jinên karkeriya Fasonê dikin diyar kirin ku navek din ê mêtîngeriya keda jinan karkeriya Fason ê ye û wiha gotin, "Dahata ku em li cihê karkeriya xwe digirin pereyê benîşekêye. Heya çavê me kor dibe em di xebitin, pereyê ku em digirin jî zark jî pê qayîl nabin. Yên kar didin me jî di ferqa vêdenin."

*Ketin û derketina Kerboranê girtiye. Dayîkên di ketina Kerboranê de sekinîne gotin: "Berxwedan berdewame, ji çekên Erdogan re derbasbûn nîne."

*Kuluba Lêkolînê ya Jinên Zanîngeha Bogaziçi yê bi navê 'Zabel' lîstokek a rêwîtiya jiyanan hunerê ya Nivîskara Ferminista Ermenî Zabel Yesayan nîşan dide amadekirine.