Di 24 saatên dawiyê de li Cizîrê gule bera serê du zarokan dan
12:11
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê gel li dijî konsepta îmhayê rabûn serhildanê. Polîsan êrîşî gel kirin û zarokê bi navê Ferhat Taniş ê 12 salî birîndar kir. Duh jî Mevlide Îgdî ya 15 salî birîndar kirin
Li navçeya Cizîrê piştî ku Walîtiya Şirnexê cara 5'emîn qedexeya derketina derve îlan kir, li dijî vê yekê gel rabû serhildanê û êrîş û qedexe şermezar kir. Li taxa Cûdiyê polîsan zarokê bi navê Ferhat Taniş ê 12 salî bi guleya polîsan ve ji serê xwe hate birîndarkirin. Welatiyên taxê Ferhat ê birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Ferhat ê ku xetereya jiyanê heye sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate kirin.
Duh li Taxa Nur jî zaroka bi navê Mevlide Îgdi ya 15 salî giran birîndar bû rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê.
(at-ma/zt)
