Li Surê êrîş giran bû 5 birîndar
15:32
JINHA
AMED - Li qada Mizgefta Kurşunlu ya Surê êrîş di roja 14'an de giran bû, tîmên taybet 5 kes birîndar kirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ku ev 14 roj in qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Êrîşên polîs û tîmên taybet jî herî zêde li qada Mizgefta Kurşunluyê zêdetir dibin. Tîmên taybet bi guleyên bombeavêjê ve ji heman malbatê 4 kes birîndar kirin. Li aliyê din tîmên taybet li qada mizgefta Kurşunluyê welatiyekî din jî birîndar kirin. Kesên hatin birîndarkirin ji aliyê niştecihên taxê ve tên dermankirin.
Birîndar di nava taxê de ji aliyê welatiyan ve tên derman kirin.
(zt)
