ROJEVA 16'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Hevseroka Meclîsa Gel a bajarê Hesekê Îsra Êlîas derbarê komkojîya ku li bajarê Til Temir û êrîşên li hember gelê bakûrê Kurdistanê de pêk tê nirxandin kir. Îsra got, "Gelê ku di bin dagirkeriya zilmê de jiyan dikir bi pêk anîna şoreşan re berxwedanên mezin derket holê. Hêzên desthilatdar û dagirker li hember çirûska berxwedanê tehmûl nakin û ji ber vê li her derî êrîşê berxwedana gel dikin. Şerên li Rojhilata Navîn û bi taybet yê li Rojava û bakûrê Kurdistanê vê yekê nîşan dide. Serkeftin wê a gelan be."
*Deronasa civakî û çandî Canan Coşkan diyar kir ku her dem gelê kurd li hember koçberiyê berxwedan nîşan daye û ticarî Tevgera Azadiya Gelê Kurd ji nava taxan derneketiye û got: "Li Kurdistanê berxwedan li piş xendekan berdewam dike."
*Jinên Qoserê bertek nîşanî qedexeyên derketinan a li Kurdistanê pêk tê dan û gotin: "Kiryarên îro pêk tên ji salên 90'î girantire. Lê çawan nekarîn têkoşîna gelê kurd di salên 90'î de biçewsînin, wê nekaribin îro jî berxwedana gel bişkînin. Ji ber ku gelê Kurd bi rihê Arîn Mîrxan û Sakîne Cansiz têdikoşe û dê bi vê têkoşînê axa Kurdistanê bê azad kirin."
* Hevseroka Meclisa Gel a Cizirê Asya Yuksel li ser qedexeya derketina kolanan axivî û diyar kir ku li Cizîrê heft salî heya heftê salî her kes amadeye li berxe bide. Asya da zanîn ku dewlet ji cerdevanan xwestiye tevlî operasyonan bibin û wiha bang li cerdevanan kir: "Dewlet dixwaze disa kurdan bi destê Kurdan bide kuştin. Em bang li cerdevanan dikin bila neyên lîstokên wan.”
*Li Cizîrê qedexeya kolanan di roja 3'emîn de berdewam dike. Gelê Cizîrê di bin êrîşan de dest bi berxwedanê kiriye. Welatiyên Cizîrê diyar kirin ku caradinê wan çawa berxwedaye, qurtek ava xwe par ve kiriye, wê disa wis bikin, bi ser bikevin û êdî xwe bi xwe rêve bibin.
