Li Nisêbînê êrîş hatin şermezarkirin û berxwedan hate silavkirin

09:08

JINHA

MÊRDÎN - Li seranserî navçeya Nisêbînê welatiyan li dij êrîş û qedexeyan çalakiya deng derxistinê pêk anî û berxwedana li 4 taxan silav kir.

Li seranserî taxên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, li hember qedexeya li ser taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Dîcle û Yenîşehîrê hate îlankirin gel daket kolanan û bi çalakiya deng derxistinê qedexe û êrîşan şermezar kir. Welatî li kolanan, li ber derî û şaneşînên mala xwe li teneke, derabe, quşxane, sînî û hemû amûrên deng derxistinê dan. Li aliyekî dengê çekan û li aliyekî jî dengê çalakiya deng derxistinê ji navçeyê bilind bû. Welatiyan bi tilîliyan û fîtikan jî qedexe û êrîşan şermezarkirin û deng dan berxwedana 4 taxên berxwedêr.

Hate zanîn ku heta qedexe û êrîş bidomin dê çalakiyên welatiyan yên cûr bi cûr bidomin.

(mr-bg/rc)