Parlementerên HDP'ê serdana malbata HPG'î Mustafa kirin

13:07

JINHA

MÊRDÎN - Parlementerên HDP'ê yên ku ji bo piştgiriya berxwedanê hatin Nisêbînê çûn serdana sersaxiya gerîlayê HPG'ê Mustafa Ozmen.

Parlementerên HDP'ê yên ku ji parlementer Gulser Yildirim, Dîreyat Dîlan Taşdemîr, , Saadet Becerîklî, Behcet Yildirim û Mahmut Celadet Gaydali pêk tê ji bo piştgiriyê bidin berxwwedana Nisêbînê û li navçeyê hin serdanan pêk bînin, hatin Nisêbînê. Koma ji parlementerên HDP'ê rêveber û nûnerên rêxistinên HDP û DBP'a Nisêbînê, hevşeradarên Nisêbînê û gelek kesan ku pêk dihat ewil çûn serdana sersaxiyên gerîlayê HPG'ê Mustafa Ozmen (Firat Kurtay) yê ku di 9'ê kanûnê de li herêma Omeryan a girêdayî Nisêbînê di encama êrişên hewayî yên artişa tirk de jiyan xwe ji dest dabû. Heyetê malbata Mustafa ên ku li Mala Sersaxiyê ya taxa Kişlayê serdanan didin qebulkirin, ziyaret kir û sersaxî dan malbatê.

Her wiha li mala sersasxiyê wêneyên Rêberê PKK Abdullah Ocalan û gerîlayê HPG'ê Mustafa li ser maseyê hatin xemilandin. Piştî ku parlementeran sersaxî da malbatê û dua hatin xwendin parlementer ji mala sersaxiyê veqetiya.

(ekîp/rc)