Li Wanê wê meşek ji bo 'Azadiya Abdullah Ocalan' bê kirin

13:45

JINHA

WAN - Li Wanê, wê roja Yekşemê bi şiyara "Azadiya Birêz Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest e" meşek bê lidarxistin.

Li Wanê, wê roja Yekşemê bi şiyara "Azadiya Birêz Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest e" meşek bê lidarxistin. Der barê meşê de li avahiya DBP'ê ya Wanê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de rêveberên DBP-HDP ên bajar û navçeyan, rêveberên Van TUYAD-DER'ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.

Alîkarê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Fadil Bariştiran li civînê axivî û bal kişand ser êrîşên li Sûr, Gever, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Dêrik û gelek bajarên din ên Kurdistanê û destnîşan kir, ku xeterî û gefa komkujiyeke mezin heye. Fadil diyar kir ku li dijî şerê qirêj ê AKP dimeşîne, weke DBP, HDP û TUYAD-DER ew ê bi çalakiyên xwe yên demokratîk helwesta xwe nîşan bidin. Fadil anî ziman ku di 20'ê Kanûnê roja Yekşemê saet di 12:00 de wê meşek ji Parka Feqiyê Teyran heta Meydana Beşyolê bi vê armancê were lidarxistin û banga tevlîbûnê kir.

(rc)