Girtiyê siyasî Cemal Ozkan jiyana xwe jidest da

15:35

JINHA

RÎZE -Girtiyê PKK'î yê bi navê Cemal Ozkan li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê PKK'î yê bi navê Cemal Ozkan (51) ê li Girtîgehê Tîpa L a Kalkandereyê di qawişa xwe de jiyana xwe ji dest da. Cemal ê ji Amedê ye hate îdiakirin ku xwîn çûye ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Cemal şandin Saziya Tiba Edlî ya Trabzonê.

(zt)