Ji Weşanxaneya Sîtavê 'salnameya kurdî'

12:07

 

Hîcret Çîftçî/JINHA

JINHA

WAN - Li herêmê ev bi salane li hemberî polîtîkayên înkar û tunekirinê gelê kurd di her şert û mercan de li ziman û çanda xwe xwedî derketine. Ji vana yek jê jî Weşanxaneya Sîtavê ye û di salnameya sala 2014'an bi tevahî ji kurdî pêktê... Salnameyê sarhildan û bûyerên dîrokî yên kurdan kiriye mijara xwe û her wiha cîh daye wêjevanên kurd yên weke Melayê Cîzîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî helbast, çîrok û gotinên wan yên serwerdar.

Salên demdirêj gelên herêmê bi polîtîqayên bişaftin û tinekirinê re ru bi ru mane li hemberî van polîtîqayan ji bo ku zimanê kurdî li her derê bidin jiyîn xebatên cuda dane meşandin. Bi boneya piştevaniya van xebatan Weşanxaneya Sîtavê salnameya 2014'an bi tevahî bi kurdî amade kirin. Salnameya di encama xebatên demdirêj de hat amade kirin. di salmaneyê de rojên olî, rojên taybet, hedîs, gotinên devkî yên kurdan, ji dîrokê heya niha bûyerên ku hatine jiyîn, gotinên pêşiyan yên kurdî, gotinên mecazî, serhildanên kurdan û bûyerên ku di tekoşîna azadiya Kurdistanê de qewimîne cîh digirin. Li gel van jî helbest, çîrok û gotinên serwer yên wêjevanên kurd yên mîna Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî cîh digirin.

Salname ji ziman, çand û dîroka kurdan pêktê

Xwediyê weşanxaneya Sîtavê Qadir Bateyî di derbarê derxistina salnameyê de agahiyekî kin da. Qadir diyar kir ku ew weke Weşanxaneya Sîtavê cara yekê ye salnameyê bi kurdî dinivîsînin. Qadir da zanîn ku weşanxaneya wan hêj nû ye, naveroka wê gelek dewlemende û got: "Di encama lêkolînên me de salnameya me derket. Bi giranî naveroka salnameya me ji ziman, çand, wêje û dîroka kurdan pêk tê. Di heman demê de cîh daye tendirustiyê jî." Qadir balkişand li ser salnameyên ku ji bo sala nû derketine û diyar kir ku bi piranî xwediyê naverokên valene. "Salnameyên ku seransere hatine amade kirinin. Çêrokên xeyalî li ser navê dîn çê dikin. Lê piraniya wan rastiya dîn venabêjin."

'Divê kurd li salnameya xwe xwedî derkevin'

Qadir destnîşan kir ku salnameya wan ji salnameyên kurdî yên heta niha hatîn derxisit zêdetir xwediyê naverokekî dewlemend û pir cudaye û wiha domand: "Salnameyakî xwediyê naverokekî ji zanîn û agahiyan dagirtiye û di aliyê zimanê kurdî de xwediyê agahiyên giringe. Di çarçoveya me kurdan de ji bo kurdî di hemû deveran de bê jiyîn pêdivî bi xebatên bi vî awayî hene." Qadir diyar kir ku di her aliyi de pêdivî bi xebatên bi vî awayî hene û got: "Bila êdî kurd ji salnameyên vale û girêdayî cemaetê dur devin û êdî salnameyên xwe bixebitînin. Ev jî dê bibe piştevaniyekî mezin ji bo zimanê kurdî. Ev xebatên me çiqas mezin bibin, dê ewqas bandorekî mezin li hînbûna ziman bikin. Ji niha û pêde emê xebatên hêj mezintir bikin. Em bibiryarin ku her sal vê salnameyê bi kurdî derxînin. Yên ku bixwazim vê salnameyê bixebitînin dikarin ji weşanxaneya me bigirin."

(zt)