OGK: Wê li hember vîna jina kurd têk biçin

16:01

JINHA

STENBOL - Endamên Jinên Ciwanên Azad bi armanca balê bikşînin ser komkujiyên ku li Kurdistanê tê jîn gotin, "Hûnê li hember vîna jina kurd yê ku dibêje, 'li Surê û vir PKK'ê tune ye, bixwedê em neçarin xwe biparêzin, em xendekan vedikin' têk biçin. Li hember xendekê gelên ku zilm dîtine, dê bi çek û şerê xwe têk biçin. Hun mehkûmê mirinê ne."

Jinên Ciwanên Azad (OGK) derbarê terorê dewletê û qedexeya ku li Kurdistanê pêk tê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi salane dewlet li Kurdistanê dagirkeriyê dike û di mehên dawiyê de bi îlankirina qedexeya derketina kolanan re komkujiyê pêk tîne. Di heman demê de hat gotin ku gelê Kurd a ku bi salane çandê wê tê înkar kirin, bi berxwedaniya xwe dîrok nivîsî.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew alîgirê gelê Kurdin û wiha gotin: "Bi salane bi zilmê û kuştinê we xwast tune hûn tune bikin, lê we nekarî. Hûnê li hember vîna jina kurd yê ku dibêje, 'li Surê û vir PKK'ê tune ye, bixwedê em neçarin xwe biparêzin, em xendekan vedikin' têk biçin. Li hember xendekê gelên ku zilm dîtine, dê bi çek û şerê xwe têk biçin. Hun mehkûmê mirinê ne. Hûnê hesabê qetilkirina mirovan li hember vê vînê bidin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bila Qesir vê yekê ji bîr neke, eger li Sur û Cizîrê şer hebe, wê li Stenbol û Enqerê aştî pêk neyê."

(rc)