Li Cizîrê sekvanan jinek birîndar kir

18:46

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîra qedexeya derketina kolanan lê berdewam dike sekvanan jinek birîndar kirin. Ji ber ku kolana jina birîndar lêye tê gulebarankirin nikarin derxînin bibin nexweşxanê.

Li Cizîrê piştî qedexeya derketina kolanan polîsan dest bi êrşê kirin. Li Taxa Cudiyê sekvanan jinek ji lingê wê birîndar kirin. Dema ku welatiyan xwestin xwe bigihînin jina li Kolana Bostanci ya li ber Mizgefta Haciosman ji aliyê sekvanan ve hatin gulebaran kirin. Ji ber gulebaranê nikarin jina birîndar derxin bibin nexweşxanê.

Li aliyê dinê li Taxa Cudî ciwanek jî bi guleya polîsan ji milê xwe birîndar bûye.

(zt)