Li Cizîrê elektirîk hat birîn êrîşan despêkir

19:54

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîra ku qedexeya derketina kolanan berdewam dike elektirîk hatin birîn û êrîşan despêkir.

Li Bakurê Kurdistanê dibin konsepta şerê AKP'ê de şer berdewam dike. Li navçeya Cizîra Şirnexê qedexeya kolanan berdewam dike, elektirîk ser hemû navçeyê hat birîn û êrîşan despêkir. Di dema êrîşan de ciwanê bi navê Mevlut Şimşek ê 24 salî ji aliyê sekvanan ve hat birîndar kirin. Ji ber êrîşan welatî nikarin Mevlut bigihînin nexweşxanê.

Nayê zanîn wekedinê li navçeyê birîndar hene yan ne. Li hember êşîşan çalakiyên gel ên dengderxistinê berdewan dikin.

(ma/zt)