Li Nisêbînê nobeta taxan berdewame

20:17

JINHA

MÊRDÎN - Li taxên Zeynel Abîdîn û Kişla yên Nisêbînê welatiyên ji bo parastina xwe dest bi nobetê kirin rastî êrîşên tîmên taybet û polîsan hatin. Li ser êrîşa polîsan gel jî bi keviran bersiv da polîsan û ew ji taxan qewirand.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li aliyekî li ser taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa êrîş û qedexe didomin, li aliyê din jî li taxên Zeynel Abidîn û Kişla gel li pişt barîkatan dest bi nobeta berxwedan û parastinê kir. Tîmên taybet ên hatin kolana Onder a ku her du taxan digîhîne hev, raste rast bi çekên giran û bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Gel jî li hember êrîşan derbasî parastina rewa bû û bi keviran bersiv da êrîşan. Polîsên ku li hember berxwedana gel têk çûn, neçar man ku ji taxê vekişin.

(ekîp/zt)