ROJEVA 16'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Endama Konseya Rêveberiya KJK'ê Besê Erzincan balkişand ser tecrîda ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan berdewam dike û diyar kir ku dê bi berxwedana rêveberiyên cewherî tecrîd bê valaderxistin û got: "Heya ku Rêberê me azad bibe, ramanên xwe bi raya giştî re par bike û civaka me azad bibe dê tekoşîna me bê bilind kirin."
*Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Erziromê Mîzgin Sayan Aksoy rewşa jinên Erziromê nirxand û got ku jinên Erziromê di nav civakê de, her tim bi sînor in û mafên wan tên bin pê kirin.
*Ji Rojeva Komeleya Zarokan Ezgi Koman diyar kir ku nêzî 4 hezar zarokên Suriye ji derveyî fermiyetê di şertên gelek giran de dixebitin û got: "Li Tirkiyê dewlet pêşî li karkeriya zarokan nagire, şêniyek nû ya mêtîngeriyê derdixe piyasê."
*Li Erdîşê di binesaziyê şaredariyê de atolyên ku hatine vekirin xebatê xwe didomînin. Midûra Polîtîkayên Jin a Şaredariya Erdîşê Ayşe Çiftçî got, "Em dixwazin baweriya jin ya li hember xwe pêşbixin. Vîna jin a ku hatiye şikandin, cardin bi hêza jin em dixwazin derxin holê. Berî kedê divê jin vîn û hebûna xwe bibîne."
*Rexnegir Ayşegûl Tozeren berxwedana gelê Kurd yê xwerêveberin û bi çi şêwayî bandor li rojavayê Tirkiyê dike nirxand û wiha got, "Eger dewlet îlankirina xwerêveberinê bi binçavkirin, çewsandin û qetil kirina sivîlan tevbigere dê encam de xendekbin. Xwezî dema ku şaredarî xwerêveberin îlan kir me gotûbêja vê kiriba. Modela ku gelê kurd dixwaze pêk bîne, ji bo Tirkiyê jî xwerêveberin modela herî watedar û jiyani ye." Ayşe destnîşan kir ku fikrên ku dema wan hatibe tu hêz wê nekaribe asteng bike.
*Hevseroka KCD'ê Selma Irmak bersiv da gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên "Emê deverên welat ên dibin çembera agirdene, vegerînin cihê aramiyê û bikin herêmên azadiyê." û got: "Ev ne hişmendiya azadiyê ye, rewakirina îşkalê ye."
