Li Erdîşê mirina jinan a biguman

11:05

JINHA

WAN - Z. A ya ku li Nexweşxana Dewletê ya Erdîşê hemşîr bûye hevalên wê di malê de bedena wê ya bêcan dîtine. Girêdayî bûyerê lêpirsînê despêkiriye.

Z. A ya ku li Nexweşxana Dewletê ya Erdîşê hemşîr bûye duh êvarî di malê de mirî hat dîtin. Cenazê Z. A ya ku ji aliyê hevalên wê ve di malê de bedena wê bê can hatiye dîtin rakirin Morga Nexweşxana Dewletê ya Erdişê. Piştî lêkolînê dê cenazê ji bo otopsiyê bişînin Wanê. Girêdayî mirina Z. A lêpirsînê despêkiriye.

(zt)