Li Kerboranê dê gel li hember dorpêçê bimeşe

12:18

JINHA

MÊRDÎN - Li Kerborana ku 7 rojin dibin qedexeya derketina kolanan de êrîş berdewam dikin, ser mediyaya civakî rêxistina gel amadekariyê meşa rakirina dorpêçê belav kiriye.

Li navçeya Kerborana Mêrdînê di roja 7'an de dibin qedexeya derketina kolanan de êrîş berdewam dikin. Hîna polîtîkaya xwendina sîrodên tirkan ji bo ser gel bandora derunî bikin berdewam dike. Duh bişev jî di nava kolanan de muzîkên dema hilbijartinê yên AKP'ê pêxistin.

Di heman demê de li navçeyê êrîş tayîbetî jî ser Taxa Safa berdewam dikin. Dibin dorpêçê de heya depoyên avê jî gulebaran dikin û valadikin. Her diçe di malan de xwarin kêm dibe, ji ber nan ser tenuran nayê pehtin pirsgirêka nebûna nan heye.

Rêxistina gel ser mediyaya civakî ji bo taxên ne dibin dorpêçê denin banga tevlîbûna meşê kiriye. Yek ji parvekirinên wan ên ser mediyaya civakî wihaye;

HADÊ EM BI HEV RE BI SÎRODÊN ŞOREŞÊ BER BI ŞIKANDINA DORPÊÇAN VE!

Hevalên hêja;

Emê ji bo şikandina dorpêçê cardin îro dakevin qadan. Saet di 13.00'an de emê kombibin û ber bi Tasa Safa ve bimeşin. Bila Taxên Xelîla û Basqil kombibin û ber bi Şehîdgeha Kerboranê ve bimeşin. Bila taxên banî jî li dora cadeyan û otogarê bigihin hev, emê hemû kom bibin û ber bi şikandina dorpêçê ve bimeşin. Bila di destê me de alayek sipî jî hebe. Îro dê parlementer jî ji bo alîkariyê hewildibin têkevin Kerboranê.

(zt)