Welatiyên ber bi Surê ve meşiyan rastî mudaxeleya polîsan hatin

14:48

JINHA

AMED - Ji bo şikandina dorpêça ser Surê ji navçeyên Yenişehir, Peyas û Rezanê ber bi Surê de meşiyan. Li Peyas û Rezanê polîsan mudaxeleyî girseyê kirin. Li Ofisê jî desturê nadin meşê.

Ji bo şikandina dorpêça ser Surê ji navçeyên Yenişehir, Peyas û Rezanê ber bi Surê de meşiyan. Li Peyas dema ku welatî li Parka Rojava kombûn ku ber bi Surê ve bimeşin polîsan bi gaza îsotê û ava şid mudaxeleyî meşê kirin. Piştî mudaxeleyê di nava kolanan de pevçûn berdewam dike. Welatiyan bi diruşmên weke "Bijî berxwedana Surê" û "Sur nebitenê ye" cardin dest bi meşê kirin. Li gel meşê çalakiya dengderxistinê jî berdewam dike.

Li Yenişehîrê jî cihê kombûna welatiya ber AZC Plaza ya Ofisê ye. Di navê de Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Dermirel û rêveberên HDP û DBP'a navçeya Yenişehîrê jî di navê de dema ku girseyê xwestin bimeşin ber Walîtiyê destur nehat dayîn.

Ji bo meşê welatiyên Rezan jî li be DBP'ê civiyan. Lê welatiyên kombûn rastî mudaxeleya polîsan hatin. Gelek wesayîtên zirxî sewqî herêmê hatine kirin.


(zt)