Li Sura 16 rojin dibin dorpêçê 2 birîndar hene
15:00
JINHA
AMED - Hate zanîn ku li navçeya Surê ku dorpêç berdewam dike yek ji wan giran 2 kes birîndar bûne.
Navçeya Surê ya Amedê ev 16 roj in di bin navê qedexeya derketina kolanê de wekî herêma qedexe hatiye îlankirin û di bin dorpêçê de ye. Li gel hemû êrîşên giran, berxwedana gelê Surê jî berdewam dike. Ji ber ku polîs û tîmên taybet nikaribûn berxwedana gel bişkînin, ev çend roj in leşker jî tevlî êrîşan bûn lê li gel bikaranîna tang û topan jî, dewlet nikare rê li ber berxwedana gel bigire. Hêzên dewletê yên ku nikarin vîna gel bişkînin, bênavber êrîşê gel dike. Hate zanîn ku di derdora Mizgefta Kurşunlu û Deriyê Mêrdînê ku êrîş li van noqteyan zêde ye, du ciwan di gulebarana hêzên dewletê de birîndar bûne û rewşa yek ji wan giran e.
Ji ber ku destûr nayê dayîn ambulans bikevin navçeyê, birîndar ji aliyê welatiyan ve têne dermankirin.
(zt)
