Cenazeyê Huseyîn ber bi Qamişlo ve birin
15:01
JINHA
MÊRDÎN - Huseyîn Ahmed a Rojavayî ku ji aliyê dewletê ve hatî qetil kirin, piştî karê otopsiyê ji bo defin kirinê ber bi bajarê wî Qamişloyê ve birin.
Bi îlankirina qedexeya derketinê re qirkirina fîzîk bi êrîşan tê hedef girtin. Şevê din ciwanê Rojavayî Huseyîn Ahmed yê ku ji aliyê dewletê ve hatiye qeitl kirin, li ser dexwaza malbatê cenazeyê Huseyîn hat wergirtin û ji bo definkirinê ber bi bajarê wî ve Qamişlo ve birin. Parlementerên HDP'ê Gulser Yildirim, Dîrayet Taşdemîr û bavê Huseyîn Muhammed Hesen ji bo ku cenaze derbasî Rojava were kirin bi Walîtiyê Mêrdînê re hevdîtn pêk anîn. Piştî hevdîtinê cenazeyê Huseyîn ji Morga Nexweşxaneya Dewletê yê Mêrdînê hat wergirtin û bi wesayîtê cenazê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêdînê ber bi Qamişloyê ve birêketin.
(rc)
