Parlementerên HDP'ê malbata Hediye ziyaret kir
15:55
JINHA
ŞIRNEX - Parlementerên HDP'ê ku bi armanca ketina Cizîrê derketin rê û rastî êrîşa hêzên dewletê hatin, cardin vegeriyan Şirnexê. Parlementer çûn serdana malbata Hediye Şen ku duh li Cizîrê hatibû qetilkirin.
Li navçeyên Cizîr û Silopiyê êrîşên tevkujiya fîzîkê yên dewleta Tirk berdewam dikin. Di roja 4'an de parlementerên HDP'ê Lezgîn Botan, Burcu Çelîk Ozkan, Leyla Bîrlîk, Berdan Ozturk û rayedarên HDP'ê ji bo biçin Cizîrê derketin rê û li derketina bajar rastî êrîşa hêzên dewletê hatin. Parlementera HDP'ê Burcu Çelîk Ozkan ku ligel astengiyê ji barîqata leşkeran derbas bû û meşiya li ser astengiya duyemîn vegeriya. Parlementer û rayedarên HDP'ê piştre derbasî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bûn. Parlementeran li vir serdana malbata Hediye Şen ku duh li Cizîrê hatibû qetilkirin, kir.
Li bajar tevgera helîkopteran
Li aliyê din di çarçoveya êrîşên tevkujiyê de hêzên hewayî jî tên bikar anîn. Ji seatên sibê heta niha bênavber helîkopter ji 23. Tumena Cendirmeyan a Sînor radibin û dadikevin.
(ekîb/rc)
