ROJEVA 18'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:16
*Seroka Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Emîne Omer derbarê ziyaretên xwe ên bi rêxistina jinan yê Herêma Federala Kurdistanê re nirxand û wiha got, "Destkeftî û tecrûbeyên 2 salan a têkoşîna jinên Rojava, me parvekir. Armanca ziyaretê asta xebatên wir naskirin û xebatên hevpar pêk anîne."
*Li Girtîgeha Tipa M ya Wanê ku bi her awayî binpêkirinê mafan lê tê jiyankirin, tiştên ser girtiyên jin didin sepandin her diçe derdikeve ber çavan. Jinên girtî bi zorê dibin testa ducaniyê, di dema lêgerê de jî kincên wan li ber leşkeran û gardiyanên mêr tên vekirin.
*Bertekê jinên bajarê Til Temir a li hember êrîşê çeteyên DAIŞ'ê her ku diçe zêde dibe. Jinan gotin, "Em kolanên xwe bi Almanya û Ewropayê nadin. Ev ax bi xwîna şehîdan hatî avadan, ji bo me pîroze û bi nirxe. Baweriya me her dem bi hêzên YPJ û YPG'ê heye. Ji ber vê pişta me raste."
*Ji jinên di jiyana kar de li gel hemû tindiyên pergala deshilatiya mêran tekoşînê dide Narinç Korkmaz got, "Em hêza jinan bikar tînin ti astengiyan nasnakin, xebatên xwe berdewam dikin. Min astengî derbaskirine hun jî derbas bikin."
*Jinên Îzmîrê polîtîkayên şer û komkujiyê ên ku li hember dexwazê xwerêveberinê hatî despêkirin nirxandin û wiha gotin, "Eger em piştgirî nedin Kurdistanê, Tirkiyê dê ber bi şerek navxweyî ve here. Eger gelê Tirkiyê vê yekê ji nedîti ve were, êşa ku li Kurdistanê tê jîn dê derbasî rojavayê Tirkiyê jî bibe."
*Jinên Başur li hember tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike bertek nîşan dan û gotin: "Hebûna Rêbertiya me ji bo me dayîn û sitandina nefesê ye. Dema ku ew li wê be em nikarin bi rehetî runin. Divê her yek ji me bibe gogek ji agir. Çawa ku wî ji bo me jinan xwe avêtiye nava agir niha jî dor me ye."
*Ciwanan destnîşan kir ku divê xweserî ne tenê li hin qadan, li tevahî Kurdistanê bê belav kirin û gotin ew ê her li gel gelê xwe bin û têkoşîn bi gelê xwere mezin bikin.
