Dewlet destûr nade ku cenaze bên definkirin
11:05
Kanûn
18
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Hêzên dewleta tirk destûr nade ku cenazeyê du hemwelatityên jiyana xwe ji dest dayîn bê definkirin.
Êrîşên dewletê yên li ser Silopiyê bi dijwarî û bênavber didomin. Cenazeyên Huseyîn Guzel (70) û Yusuf Abî (80) ku duh li taxa Başakê û Barbarosê jiyana xwe ji dest dabûn, hêj nehatine definkirin. Malbatan bi derfetên xwe cenazeyên Yusuf û Huseyîn rakirin Mizgefta Hz. Abûbekîr a taxê. Ji ber êrîşên dewletê gel nikare cenazeyan defin bike.
Li navçeyê êrîşên dewletê yên bênavber hindî diçe zêdetir dibe. Li hemberî êrîşan berxwedana gel jî didome.
(ekip/eb/rc)
