Gelê Rojava ber bi sînor ve herikîn
11:43
JINHA
DÊRIK - Şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Tirbespiyê berê xwe dan sînor û piştgirî dan berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê.
Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Tirbespiyê ji bo piştgiriyê bidin berxwedaniya gelê Bakûrê Kurdistanê li Qada Azadî ya bajarê Dêrikê kom bûn. Gel bi al û sembolên kurdî berê xwe dan sînor. Li Qada Azadî dengê durişmeyên “Bijî berxwedana Bakûr”, her wiha durişmeyên şermezarkirina kiryarên hikûmeta AKP’ê bilind bû. Çalakvan bi karwanekî ber bi gundê Ên Dîwarê yê li ser sînorê Rojava-Bakûr ve çûn da ku piştevana berxwedana gelê Cizîra Botan bikin.
Tê payîn ku li ser sînor mitîngeke were lidarxistin.
(rc)
