İHV li gel xebatên dilxwaziyê bi mexdurên îşkenceyê re nin
12:04
JINHA
AMED - Li Tirkiyeyê têkildarî şideta heyî berpirsa Tibî ya TİHV'ê Nesrîn Aslantaş diyar kir ku ji dema TİHV hatî avakirin heta niha ji 15 hezar mexdurên rastî îşkenceyê hatine re xizmet kirine û got: "Tenê di sala derbasbûyî de li Amedê 477 mexdurên îskencê serî li me dane. Ev hêjmanr diyar dike ku hêj şidet berdewame. Mirov hêj îşkencê di bînin û mexdurê mafê mirovan dibin."
Wexfa Mafê Mirovan ya Tirkiye yê (TİHV) ya tedawî kirina welatiyên di bin çavan û girtîgehan de îskenceyên fîzîkî û derûnî dibînin. Ji sala 1990'an heta niha xebatên xwe didomînin. Navenda wê li Enqerêye û bi 4 nûneran xebatên xwe didomîne. TİHV li gel Hevgirtina Tabîbên Tirk (TTB) û Komeleya Mafê Mirovan û bi gelek komên xwediyê pîşeyên cuda xebatek bê hempa ji bo weletiyan dikin. Nunera Tibî ya TİHV'ê Nesrîn Aslantaş ya ku ji sala 1998'an hata niha li Amedê xebatan di meşîne got: "Em li Stenbol, Enqere, Amed, Edene û İzmîrê li 5 navendam bi 64 endamên damezrêneran bi hev re xebatan dimeşînîn. Armanca me ewe welartiyên di çalakiyên kolanan, binçavan û girtîgehan de dibin mexdurên şidetên fîzîkî û devkî wan tedawî bikin û li gel wan nêzîkên wan jî tedawî bikîn."
'Em şideta polîsan ya li kolanan weke girtina bin çavan dihesibînin'
Nesrîn diyar kir ku weletî di bin çavan û girtîgehan de dastî şideta fîzîkî û devokî tên, di çalakiyên kolanan de gelek weletî rastî şideta hêzên eminiyetê tên. Nesrîn da zanîn ku ew çalakvanan di aliyê deronî de tedawî dikin û got: "Li gorî me dema ku dest bê dayîna azadiya kesan weke girtina bin çavan tê hesab kirin. Şideta polîsan ya di çalakiyên kolanan de li ser weletiyan di bingehê xwe de girtina bin çavane. Ji ber vê sedemê welatiyên ku rastî her awayên şidetê tên dikarin serî li me bidin." Nesrîn destnîşan kir ku ew weke komek bijîşkên TİHV'ê xebatan bi rêve dibin. Nesrîn diyar kir ku ji bo tedawî kirina nexweşên di Wexfê de her awayê tedawiyê dixebitînin û wiha domand: "Li gorî rewşa nexweşên ku serî li me didin, bijîşkên di Wexfê de lê dinêrin û wiha dişînin nexweşxanê."
'Li Tirkiye yê şidet weke roja yekê didome'
Nesrîn balkişand ku li Tirkiye yê hêj îşkence di dome û diyar kir ku ji dema ku TİHV hatî avakirin heta niha wan ji bo 15 hezar mexdurên şidetê xizmet kirine. Tenê li Amedê ji sala 1998'an heta niha hezar û 819 mexdurên îşkenceyê serî li TİHV'ê dane û got: "Di roja îro de hîj îşkence didome. Sala derbasbûyî tenê li Amedê 477 mexdurên îşkencê serlêdan kirin. Ev hêjmar dide diyar kirin ku hêj îşkence di dome." Nesrîn diyar kir ku Ev hejma tenê yên ku serî li TİHV'ê dane, li Tirkiye yê bi hezaran mexdurên îşkenceyên bin çavan û girtîgehan yên nehatine qeyt kirin hene.
'Li herêmê şidet hatiye rewşa polîtîqaya dewletê'
Nesrîn da zanîn ku li herêmê 30 sal îskence hatiye rewşa "polîtîqaya dewletê" ji aliyê hikûmetê ve li ser gelê herêmê bi rêvebirina polîtîqayên çewisandin, tirsandin û helandinê di maşînin û îşkenceyên li ser gelê herêmê tên kirin bûye sedem ku gelên herêmê di demek ya tiravmayên cidî re derbas bûne û got: "Ji bo dîtina mirovên ku di bin çavan de îşkence dîtine me weke TİHV komek ya gerê ava kiriye." Nesrîn destnîşan kir ku hêj gelek mexdurên îşkencê yên ku TİHV nizanin, bi vî awayî dê xwe bigihînin gelek kesîman û bi vî awayî xebatekî baştir bikin û wiha domand: "Em li vê derê bê navber ji bo weletiyan xizmetê dikîn. Yên ku me nasnakin bi alîkariya koma me ya gerê em xwe digihînin wan. Weletiyên mexdurên şidetê yên ku ji derveyî bajêr tên em lêçûnên otel û rêya wan didinê. Ji ber em rewşa aborî ya herêmê dizanin ji ber wê jî ji bo alîkariya wan tişta ji destê me bê emê bi wan re bibin alîkar."
'Her ku diçe mexdurên şidetê zêde dibin'
Nesrîn diyar kir ku ji bo xwe dem û mijara şidetê giring dibînin û got: "Her kesên ku bi her awayî şidet dîtîn dikarin serî li me bidin. Welatiyên ku di salên 1980'an de îşkence dîtîn jî dikarin serî li me bidin. Girêdayî wan jî hêj xebatên me di domin." Nesrîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev 20 salin weke sazî vî karî di meşînin û her ku dem derbas dibe îşkence zêde dibe, mexdurên şidetê zêde dibin û tog: "Mirov hêj îşkencê dibînin û dibin mexdurên binpê kirinên mafan. Cihê ku agir bikevitê dişewitîne û em jî weke TİHV tam di nava agir de cîh digirin."
(zt)

