Dîlgirtina Adalet û 7 kesên pêre didome

12:42

JINHA

ŞIRNEX - Dîlgirtina Hevseroka Meclisa Giştî ya Bajar a BDP'ê Adalet Fîdan û 7 kesên pê re berdewam dike.

Êrîşên li navçeya Silopiya Şirnexê bênavber berdewam dike. Hêzên dewletê duh di ser mala Hevseroka Meclisa Giştî ya Bajar a BDP'ê Adalet Fîdan ya li Taxa Yenîşehîrê de girtibûn û bi 7 kesên pêre re, xistibûn mitbexê û derî li ser wan qilfe kiribû.

Agahî ji Adalet nayê girtin

Malbata Adalet û kesên din duh heta niha nikarin xwe bigihînin xizmên xwe û ji jiyana wan bi fikar in. Xizmên Adalet û 7 kesên din diyarkirin ku ew ji jiyana mirovên xwe bi fikarin û difikirin ku dewlet wan wekî mertalên zindî bikar bîne.

Li navçeyê êrîşên dewletê û li hemberî êrîşan berxwedana gel didome.

(ekîb/eb/rc)