FEMA: Ma em dê hêj li bendêne çend jinên din bin ku mexdur bibin?
12:15
JINHA
STENBOL - Şideta li ser jinan her roja ku diçe zêde dibe. Ji aliyê hikûmetê ve jî ji bo amadekariyên pêşîlêgirtina li şidetê Fasil 154 li gel TOCED xebatên wan giran pêşde diçin. Aktîvîstên Atolye ya Femînistan diyar kirin ku helwesta dadgehê ya li hemberî şidetê kêm dimîne û gotin: "Em weke Atolye ya Femînîstan em dixwazin ku saziyên peywendîdar lez bidin xebatên xwe, xebatên ku dane pêşiya xwe hema cê bi cê bikin. Ji bo li hemberî şidetê gav bên avêtin em li benda mexdur bûna çend jinanin?"
Atolye ya Feministan FEMA da zanîn ku li Tirkiye û tevahiya cîhanê her ku diçe şideta li ser jinan zêde dibe. FEMA destnîşan kir ku jina bi navê Fatma Şah ya 23 salî ya li Lefkoşa dijî di 7'ê çile de bi hinceta li telefona xwe ne nêriye ji aliyê hevserê xwe Onur Şah ve bi hovane hat derp kirin û hevserê wê ji bo berdanê doz vekir. Roja dinê li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê Onur Şah derxistin dadgeha herêmî ji aliyê dadgehê ve girêdayî tezmînatê kirin û serbest berdan. Atolye ya Feministan (FEMA) nerazîbûn nîşan dan û gotin: "Bi hinceta li telefonê ne nêriye hevserê wê xwest cûda bijîn û hevserê wê xwest bi zorê wê li wesayîtê siwar bike û birevîne û lê xistiye. Onur Şah ji aliyê heyeta dadgehê ve cezayê wî girêdayî temînatê kirine û serbest berdane. Jina ku rastî şidetê hatî tirsiya yî û tinê bûna wê di dome." Atolyeya Feministan diyar kirin ku li taxa Guzelyurt ya Stenbolê jinek ji aliyê hevserê xwe yê berê yê bi navê Kaner Sariler ve weqas hat lêxistin hindik mabû bimire.
'TOCED û Fasil 154 hem bikevin nava xebqatê'
FEMA yê destnîşan kir ku girêdayî şideta li ser jinan hikûmetê amadekariyên Fasil 154 zagona ceza û TOCED xebatên wan giringin, yasayên ku di marheleya amadbûnê de hema bila bikevin piratîkê. FEMA yê diyar kir ku di çarçoveya zagona TOCED de girêdayî şideta li ser jinan gavên giring bavêjin û got: "Li gel TOCED'ê weke dinê dadgeh, teşkîlatên polîsan û saziyên tendirustiyê derfetên ji holê rakirina şidetê di destê wan de hene."
'Bila saziyên peywendîdar lez bidin xebatên xwe'
FEMA yê da zanîn ku ji bo rakirina şideta li ser jinan saziyên peywendîdar hema xebatên xwe bêxin piratîkê û got: "Em weke Atolye ya Feministan dixwazin ku hema saziyên peywendîdar lez bidin xebatên xwe û pirojeyên ku dane pêşiya xwe hema bixin piratîkê. Ji bo şideta li ser jina li Qubrisê hatî kirin, û li hemberî şidetê gav bên avêtin em li bendêne çend jinên dinê bibin mexdurên şidetê?"
(zt)
