Qedera zarok a jiyana xwe ji dest da sipartin axê
12:17
JINHA
SÊRT - Qeder Erten a hêj 12 salî bû li gorî tureyên civakî hat zewicandin, di 13 saliya xwe de bû dayîk û di 14 saliya xwe de bi sîlehê hat kuştin, li navçey Berwarî ya Sêrtê sipartin axê.
Li gundê Yapraktepe yê girêdayî navçeya Berwarê ya Sêrtê Qeder Erten a 14 salî û dayîka zarokekê malê kuştî hatibû dîtin. Pişti ku li Amedê otopsiya wê hat kirin, li gudê wê hat veşartin. Di sala 2011'an de dema li navçeya Şaxê ya Wanê dijiyan li gorî kevneşopiyên civaki ji aliyê malbata wê ve bi Mehmed Atak yê 12 salî re hat zewicandin. Qedera di 27'ê tîrmeha 2000'an hatî dinya yê, di 13 saliya xwe de bû dayîk û di 14 saliya xwe de li mezela xwe de darbeya sîlehê lêketî hat dîtin. Li Fakulteya Tibê ya Amedê otopsiya wê hat kirin û li gundê wê Yapraktepe spartin axê. Girêdayî mijarê lêpirsîna ku dozgeriya Perwariyê dayî despê kirin hêj di dome.
Wezîra Malbatan û polîtîqayên civakî lêkolîn dan despêkirin
Li gorî daxwiyaniya nivîskî ya ji aliyê dozgeriya Sêrtê ve hatî weşandin Midûrê Navendê yê Malbat û Polîtîqayên civakî Hifzulah Canpolat girêdayî mijarê li gorî tureyên civakî zewicandina Qeder Erten ya di temenê 12 salî de li gel fermana Wezîra malbat û polîtîqayên civakî Ayşenur İslam lêkolîn dane despêkirin û li gorî daxwiyaniyê wihaye: "Emê girêdayî K. E. ya di temenê biçuk de hatî zewicandin û di temenê biçuk de bûye dayîk lêkolînan bidin despê kirin."
(zt)
