Li Cizîrê serbazek mir 4 leşker birîndar bûn
14:24
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di pevçûna derketî de serbazek mir û 4 leşker jî birîndar bûn.
Li hemberî êrîşên dewletê yên di roja 5'an de berxwedan berdewam dikin. Di encama pevçûna li Taxa Cudî derketî de li gorî agahiyan serbazek mir û 4 leşker jî birîndar bûn. Mirî û birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Lê bêyî tedawiya wan bê kirin, leşkerên birîndar şandina Nexweşxaneya Sahrayê ya li Tabûra Tanqê ya Cizîrê hatiye çêkirin.
Hate ragihandin ku bi boneya leşker birina Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, leşkeran xwe ji ajokarê ambulansê aciz kirine. Piştî mirina serbaz û birîndarbûna leşkeran Taxa Cudî bi awayek tund hate gulebarankirin. Gulebaran û êrîşên dewletê yên li ser taxê didomin.
(ekîb/eb/rc)
