Kovara Hêviya Jinê dikeve sala 8'an

14:03

Sarya Gozuoglu / JINHA

AMED - Kovara Hêviya Jinê di sala 1998'an de dest bi weşanê kir û heta sala 2008'an neçar ma bi navên cuda weşanê bike. Di 16'ê çile de dikeva sala 8'emîn. Ji dema dest bi weşanê kirî heta niha gelek hejmarên wê hatin berhevkirin û rastî ceza hatin. Biryara komkirina Hejmar kovarê ya Îlon û Cotmeha sala derbas bûyî jî hatiye dayîn.

Kovara Hêviya Jinê a ku sala 1998'an dest bi weşanê kiribû û heta niha gelek hêjmarên wê hatibûn komkirin, dîsan  li gorî hemû zor û zehmetiyan weşana xwe berdewam kiriye. Kovara Hêviya Jinê a li hemberî hemû zoriyan weşana xwe domandiye di 16'ê çile de dikeve sala xwe ya 8'emîn. Hakîme Çam a ku ev 3 sale di Kovara Hêviya Jinê de dixebite diyar kir ku di sala 2000'an de bi navê Kovara Dengê Azadiya Jinê der diket û heta sala 2008'an bi wî navî berdewam kir. Hakîme da zanîn ku di 16'ê çile de navê wê hat guhertin û bi navê Hêviya Jinê dest bi weşanê kir. Hakîme destnîşin kir ku buroyên wan li Amed, Wan û Sêrtê hene û got: "Bê goman me zorî jî kişandine. Nimûne di gelek bajarên herêmê de xwendekarên kovara me kêmin. Ji ber zext û zoriyên sîstemê kovara me li gelek cihan nagihe xwendekarên xwe. Di kovarê de gelek mijarên ku jinan bi hişmendî dixin hene, sîstem jî ji bihişmendî bûna jinan ditirsin."

'Pirsgirêka herî mezin tundiya sîstemê ye'

Hakîme a ku 6 sal di girtîgehê de ma û paşê derketî wiha got: "Ev 3 salin ez di kovarê de dixebitim. Pirsgirêk û zoriyên em dijîn di serî de zordariya sîstemêye. Li hemberî tundiyên sîstemê em neçar dimînin ku hem midûrê kovarê diguherî û hem jî navê kovarê diguherîn. Ev nav guhertin jî ji ber her dem  midûrên kovarê ji aliyê sîstemê ve tên girtin. Bi guherîna zagonan re biryarên ji bo komkirina weşan kovarê jî guherîn çêbûn. Cara yekê ye ji sala 2011'an heta niha bi navê heman midûrî 6 hejmar der ketine." Hakîme diyar kir ku hêj tundî berdewame, niha jî ji bo hejmarên Îlon û Cotmehê biryara konkirinê hatiye dayîn. Hakîme sedamên biryara kom kirinê nirxand û got: "Ji bajarê Dîlokê ji aliyê sîstemê ve ji mere gazind hatin û nerazîbûnên xwe yên ji bo kovarê vekirê dan diyar kirin." Hakîme da zanîn ku kovara wan bi 2 jinan despê kir û niha hejmara wan gihaye 7 kesan û wiha domand: "Hevalên me yên li vêderê tevahî karên kovarê dikin. Hem redekte, hem rêxistin kirina wê û hem jî gihandina gel em bi xwe dikin."

'Her hejmar bi navê hevalek yên jin derdikeve'

Nefîsa Yildirim jî diyar kir ku ev nêzî 3 salane di qada çapemeniyê de dixebite û ev 3 mehe di Kovara Hêviya Jinê de dixebite. Nefîse daxwaz kir ku herî zêde jin di nava xebatan de cîh bigirin û li ser naverok, mijar û weşana kovarê agahî dan û got: "Heta beriya 6 hejmaran hevalan nivîs dişandin û li gora wê kovar dihat amade kirin; lê ev 6 hejmarin li gorî mijarên tên amade kirin weşanê dike. Kovara me her 2 mehan carekê derdikeve û her hejmar bi navê hevalek me ya jin der dikeve. Em di nav 2 mehan de rojevê dinirxînin û li gorî wê mijarên girêdayî jinan digirîn û di kovara xwe de bicîh dikîn."

'Bendewariyên me kovara me bê xwendin û xwedî lê bê derketin'

Nefîse da zanîn ku ew bi şert û mercên zor gihane vê pêvajoya ku niha têdenin û got: "Me gelek zorî derbas kirine. Tundiya li ser tevahî çapemeniya kurdî bê goman me jî para xwe jê girtiye. Kovarê bi navekî dinê berdewam dikir. Sala 2008'an bi Hêviya Jinê dest bi weşanê kir. Niha jî bi heman navî didome. Em hêvîdarin ku dê heta dawiyê bi vî navî berdewam bikin û bi awayekî bihêz em bikaribin xebatên xwe berdewam bikin." Nefîse destnîşan kir ku bendewariyên wan tenê ne firotina kovarê ye di heman demê de xwendina kovarê ye û got: "Pirsgirêkek ya me ya bi vî rengî heye û em diçin kîjan herêman  em rastî van pirsgirêkan tên. Daxwaza me ewe em vê kovarê bi gelek mirovan bidin xwendin. Her mirov xwediyê îdeolojiyekê ye û em jî dixwazin kovara xwe di çarçoveya vê îdeolojiyê de belav bikin. Hêviya me heye kovara me ji aliyê gelê me ve bê xwendin û lê bê xwedî derketin."

(zt)