Malbata Adelet a 'dîl' hate berdan

16:29

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiyê ku bi qedexê re êrîşên giran tê kirin tîmên taybet duh bi ser mala malbata Adalet Fîdan ku Hevseroka Meclîsa Giştî ya Bajar e de girtibûn û malbat tevahî "dîl" girtibûn, serbest hatin berdan.

Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê ku ev 5 roj in êrîşên hêzên dewletê berdewam dike duh jî tîmên taybet bi ser mala malbata Adalet Fîdan ku Hevseroka Meclîsa Giştî ya Bajar e de girtibûn û malbat tevahî "dîl" girtibûn. Malbata ku hatibû "dîlgirtin" hate berdan. Li mala ku li taxa Yenîşehîrê ye bi Adalet re 7 kes hatibûn "dîlgirtin" û piştî ku tîmên taybet û cendirme ji malê çûn malbat serbest ma.

(rc)