ROJEVA 19'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Li Başurê Kurdistanê nerazîbûnên li hember êrîşên ser gelê Bakurê Kurdistanê tên kirin zêde dibin. Jinên Başurê Kurdistanê gotin: "Em hemû yekin, niha êrîş li ser bakure sibê dora meye. Divê li hemer êrîşên topyekun berxwedana topyekun jî hebe, em tenê bi berxwedana topyekun dikarin biserkevin. Em ji bakur re dibêjin bi her awayî em li gel wene."

*Hevserka Meclisa Gel Asya Yûksel desnişan kir ku gelê Cizîrê ji bo rêveberiya xweser berxwe dide û wiha got: "Cizîra Botan ev şeş rojin ku berxwe dide û ewê berxwe jî bide Cizîre kelha berxwedanê ye. Ewê finala berxwedanê jî li Cizîr û Silopiya be.”

*Parêzer Eren Keskîn balkişand ser îşkenceyên zayendî ên di binçavkirinê de û wiha got, "Zîhniyeta dewletê ne hatî guhertin. Dewlet hîna îşkenceya zayendî wek polîtîkayê şer pêk tîne."

*Lîstokvan Ayça Demgaci di derbarê êrîşên dewletê yên ser Bakurê Kurdistanê de wiha axivî: "Me dîmenên êrîşên ser parlementerê ji aliyê gel ve hatî hilbijartin dît. Ev tê wateya ku tu qet me hesab nakê. Wê demê di vê xalê de ezê çî bikim? Yan emê biçin beşdarî xendekan bibin, yan jî emê li bendê bimînin heya cigerê me parçe dibe."

* Mêrê tecevûzkar ji aliyê endamên ODG-K'ê ve hat teşhîr kirin. Vîdeoyek a ku tecevûzkar bi devê xwe her tişt vedibêje hat parvekirin.

*Endamên Meclîsê Dayîkên Aştî yên Dîlokê bertek nîşanî komkujiyên ku bin navê qedexeya derketinê de pêk tên dan û banga yekîtiyê li Kurdan kir û wiha gotin, "An aştî an aştî alternatif din ji mera nîne. Di cîhanê de ji aştiyê tiştek xweştir nîne. Divê tevahî gelê me dengê berxwedanê bilind bikin."

*Li Şirnexa ku ji bo jiyanek bi rûmet têkoşîn didome, li pişt barîkatan dîroka tê jiyîn Aliye Îdîn. Di salên 1990'î de Aliye Îdîn ku li gundên Çemika Tehlo, Avyan, Bacirît, Xirgê Bestê, Gundikê Xerilga pêşengiya berxwedana gel kir wiha dibêje: "Vî emrê min şahidî ji tecawiza jinan, gulebarana gel û êşên gelek mezin kir."