Şaredariya Surê di taştê de bi jinên çapemeniyê re civiyan

15:41

JINHA


AMED - Beşa jinan a xebatên Şaredariya Surê ya Amedê di taştê de bi xebatkarên çapemeniyê yên jin re civîyan. Berpirsa beşa jinan Sîbel Soyukaya diyar kir ku di taştê de jin hinekî din nêzî hev bûn, ji ber vê yekê wan pêdivî bi sazumaniyek wiha dîtine.


Beşa Jinan a xebatên Şaredariya Surê a Amedê ji xebatkarên çapemenyê yên jin re xwarina taştê amade kirin. Di xwarinê de Kadem, Amida, JINHA, Gun Tv, Hêviya Jinê û xebatkarên jin yên Şaredariya Surê amade bûn. Berpirsa beşa jinan Sîbel Soyukaya, da zanîn ku  dema jin tên gel hev xwe hêj zêdetir nêzî hev hîs dikin, ji ber wê jî wan pêdivî bi sazumaniyek  wiha dîtine û wiha domand: "Ji ber hatina me ya gel hev ez niha pir kêfxweşim. Ji ber her dem jinên di xebatên  çapemeniyê de ji ber lez û beza gihandina nûçeyan nikarin bên gel hev, ji ber wê me xwest em îro di xwarina taştê de  bên gel hev.


'Ji ber rojnamegerên girtî ne dinava me denin em xemgînin'


Sîbel destnîşan kir ku ji ber rojnamegerên girtî ne dinava wan de nin ew xemgînin û got: "Hikûmet ne tenê li ser rojnamegeran pêkutiyê dimeşînin. Di heman demê de li ser zarokên 10 salî jî pêkutiyan dike. Hikûmet ji ber yek hişmendiyê di meşîne êdî ji sîbera xwe jî ditirse." Sîbel diyar kir ku ji ber ji xebatên çapemeniya azad ditirsin, ji ber wê xebatkarên çapemeniyê digirin û got: "Em weke beşa xebatên jinan, doza hevalên xwe yên bi navê doza KCK'ê hatine girtin dişopînîn. Girtina wan ya hindir nikare me bisekinînin, berevajî hêrsa me ya xebatê hêj zêdetir dike, em hêj zêde bi rêxistin û bi hêz dibin. Hewildana hişmendiya girtina girtîgehan vale derdikeve." Sîbel sipasiya hemû jinên ku tevlî taştê bûn kir. Piştî Sîbel Namzeta Hevşaredariya Surê a Amedê Fatma Şikbarut axivî. Fatma kêfxweşiya xwe ya ji bo vê sazumaniyê anî ziman û jinên ku keda wan di vê sazumaniyê de hene sipasiya wan kir.


Piştî xwarinê bi vexwarina pehwê bidawî bû.


(zt)