Berxwedanê dewlet neçarî ajîtasyonê kir
10:56
JINHA
ŞIRNEX - Hêzên dewletê yên nikarin ji ber berxwedanê pêş bikevin, ketin dû lîstîka ajîtasyonê û sidûra mehterê lê dixin.
Berxwedana gelê Silopiya Şirnexê li hemberî êrîşên dewletê berdewam dike. Li navçeyê hindî diçe asta êrîşan zêde dibe û di seatên sibê de hêzên dewletê Dibistana Seretayî ya 23'yê Nîsanê û malên derdorê topbaran kir. Gelek guleyên topê li malên derdora dibistanê jî ketin. Li kuçeya 418'an a Taxa Başakê jî di encama êrîşan de 3 kes birîndar bûn.
Dewlet serî li ajîtasyonê dide
Di roja 6'emîn de jî dewlet nikare bikeve taxên berxwedanê û serî li riyên propagandayê dide. Hêzên dewletê ji ber ku nikarin pêş bikevin, li ber sidûra mehterê gavep pêş û du gav paşve diavêjin. Li hemberî berxwedana li taxên Şehîd Harûn Boy, Başak, Barbaros, Nûh û Cudî hêzên dewletê ji wesayîtên zirxî merşa mehterê lêdidin.
Li taxê ligel hemû êrîşan berxwedana gel a bêhempa jî berdewam dike.
(ekîb/eb/rc)
