Li Nisêbînê 3 zarok hatin binçavkirin

11:18

JINHA

MÊRDÎN- Li Nisêbînê hêzên dewletê 3 zarokên bi armanca piştgiriya berxwedanê agir pêxistin, binçavkirin.

Êrîşên dewletê yên li hemberî gelê kurd li Nisêbînê didomin. Hêzên dewletê ku zarokan hedef digirin, şevê din jî 3 zarokên li Kolana 27 Mayisê agir pêxistîn binçavkirin. Zarokên bi navê Ahmet Musa (13) û Mehmet Musa (14) ên Rojavayî û zarokek navê wî nehat zanîn li Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê tên girtin.

(rc)