Li Silopiyê cenaze 3 rojên tên rawestandin

11:35

JINHA

ŞIRNEX - Ji ber êrîşên dewletê cenazeyê hemwelatiyên bi navên Yusuy Abî (80) û Huseyîn Guzel (70) ev 3 rojin nayên definkirin.

Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê êrîşên dewletê yên tevkujiya fîzîkî berdewam dikin. Di encama topbarana dewletê de hemwelatiyên bi navên Yusuy Abî (80) û Huseyîn Guzel (70) 3 roj berî niha qeyrana dil derbas kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Huseyîn ev 3 roj e li mala wî tê girtin û kes nayê bigire. Cenazeyê Yusuy jî ji hêla malbatê biribûn Mizgefta Hz. Abûbekîr. Cenazeyê Yusuy û Huseyîn ev 3 roj in bi boneya êrîşên dewletê yên xedar nayên definkirin.

(ekîb/eb/rc)