Di encamê êrîşê dewletê de welatiyek birîndar bû
12:01
Kanûn
19
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX- Di encama topbarankirina malê de welatiyek navê wî nehat zanîn birîndar bû.
Êrîşên dewletê yên li ser Cizîrê berdewam dikin. Ji tanga li kolana Cafer Sadik hatiye bi cihkirin, Taxa Cudiyê hate topbaran kirin. Guleyek topê li malekê ket û di encama teqînê de welatiyek li derdora 25 saliyê bi giranî birîndar bû. Welatiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Di encama topbaranê de mal hate rewşa neyê bikar anîn. Li hemberî êrîşan berxwedana gel berdewam dike.
(ekîb/eb/rc)
