Navên 2 zarokên li Silopiyê hatîn qetilkirin zelal bû

12:54

JINHA

ŞIRNEX - Hate zanîn ku 2 zarokên li Silopiyê di encama topbarana dewletê de hatîn qetilkirin Reşît Eren ê 17 salî û keçika bi navê Axîn a 15 salî ye.

Li navçeya Silopiya Şirnexê hêzên dewletê şevê din bi tanqan Taxa Nûhê topbaran kiribû. Di encama topbaranê de guleyek topê ya ji tangê hatî avêtin, li malekê ketibû. Di encama teqînê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan ji hêla hemwelatiyan ve ji bir xirabeyan hatibûn derxistin. Hate zanîn ku navê 2 zarokan Reşît Eren ê 17 salî û keçika bi navê Axîn a 15 salî ku paşnavê wê nehat zanîn e.

Cenazeyên her du zarokan li mizgefta Taxa Nûhê tên girtin. Ji bo cenaze xirab nebin, hemwelatiyan qeşa bi cenazeyan ve vena. Cenaze ji ber êrîşan li navçeyê nayên definkirin.

(ekîb/eb/rc)