Li Wanê banga tevlîbûna meşê hat kirin
13:33
JINHA
WAN - HDP, DBP û TUYAD-DER'ê ji bo meşa sibe ya bi dirûşmeya "Azadiya Birêz Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest e", belavok belav kirin û banga beşdariyê kirin.
HDP, DBP û TUYAD-DER'ê ji bo meşa sibe ya bi dirûşmeya "Azadiya Birêz Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest e", belavok belav kirin û banga beşdariyê kirin. Beriya belavkirina belavokan daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn. Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Dûman di daxuayniyê de bal kişand berxwedana li Îmraliyê ya di nava tecrîda giran de û got, "Gelê Kurd vê berxwedanê baş fêm dike. Em bang li gelê xwe yê Wanê dikin ku xwedî li Birêz Abdullah Ocalan derkeve û sibe saet di 12:00 de li Parka Feqiyê Teyran di dema dayîna daxuyaniya çapemeniyê de amade be."
Piştî daxuyaniyê heyet DBP û HDP'ê belavok belav kir û banga beşdariyê li gel kir.
(rc)
