Gelê Kerboranê av û nanê qeymeqamtiyê qebûl nekir
13:46
JINHA
MÊRDÎN - Gelê Kerboranê, nan û ava qeymeqamtiya Tirk li taxan belav kir, qebûl nekir. Gel, xebatkarên qeymeqamtiyê ji taxên xwe qewitandin û ji wan re got, "Em nan naxwazin, azadiyê dixwazin."
Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, ku terora dewletê lê tê meşandin, qeymeqamtiya Tirk hewl da nan û avê belav bike. Gelê navçeyê nerazîbûneke tund nîşanî vê hewldanê da. Ekîbên qeymeqamtiyê ku duh hewl dan li taxên Sefa, Bahçebaşi û Tepebaşi yên êrîş lê giran in nan belav bikin, ji aliyê Kurdistaniyan ve hatin qewitandin. Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Abdûrahman Aslan diyar kir ku ji bo rakirina qedexeya li ser navçeyê wan xwestine duh meşekê lidar bixin, lê belê destûr ji wan re nehatiye dayîn. Abdûrahman ragihand ku elektrîk û av li ser navçeyê hatiye birîn û anî ziman ku kêm maye erzaqên li navçeyê biqedin.
Abdûrahman got, "Rayedarên Qeymeqamtiyê duh hewl dan nan û avê belav bikin. Nikarîbûn bikevin taxa Sefa ya êrîş lê giran e. Li taxên din jî rastî nerazîbûneke tund a şêniyên taxan hatin. Gel bi gotina 'em nan naxwazin, azadiyê dixwazin' nerazîbûn nîşan da. Rayedarên qeymeqamtiyê neçar man ji taxan derkevin."
Abdûrahman da anîn ku tîmên taybet ên Tirk guleyan berdidin depoyên avê yên li ser banê xaniyan û bi vî rengî hewl didin gel tî bihêlin. Abdûrahman diyar kir ku ji bo rakirina qedexeyê wan bi qeymeqamtiyê re hevdîtin kirine û eger neyê rakirin ew ê roja Yekşemê bi tevlîbûna gundiyên navçeyê meşeke girseyî lidar bixin.
Şêniyê taxa Sefa Îbrahîm Bulbul jî da xuyakirin ku wan beriya êrîşan tedbîr girtine, lê belê tevî vê yekê jî erzaqên wan kêm maye biqede.
(rc)
