Li Silopiya 2 welatiyên dinê jî hatin qetilkirin

15:15

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopiyê ciwanê bi navê Şiyar Ozbek a 25 salî li ber derê mala xwe ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin. Li taxa Başakê jî welatiyê bi navê Suleyman Çoban a 70 salî ji ber bombebarana giran li malê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê terora dewletê dibe sedama mirinan. Li Taxa Nûhê ciwanê bi navê Şiyar Ozbek (25) dema derket ber derê mala xwe rastî êrîşa tîmen taybet hat û di gulebaranê de jiyana xwe ji dest da. Li Taxa Başakê jî, welatiyê bi navê Suleyman Çoban ê 70 salî, ji ber bombebarana giran a li taxê, li mala xwe krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Nuhê, duh êvarê jî top li malekî ketibû û du zarok jiyana xwe ji dest dabûn. Di nav 6 rojên dawî ya rewşa awarte de, hejmara welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt 6 kesan.

(zt)